Posts filed under ‘Kurdi’

Kurdê ji bo kar çûbû Libnanê, li Serê Kaniyê hate binçavkirin

SERÊ KANIYÊ – Delîl Şêx Elî yê ji navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ji ber pirsgirêkên aborî çûbû Libnanê, piştî ku vegeriya ji aliyê hêzên ewlehiya Sûriyeyê ve hate binçavkirin û heta niha tu agahî jê negirtine. (المزيد…)

28/09/2011 at 10:00 مساءً أضف تعليق

Di Dil Dene الشهيد عثمان سليمان

serekaniye1124.jpg

الشهيد عثمان سليمان

22/02/2008 at 3:01 مساءً أضف تعليق

Mahşûqê Kurdistanê, Kilê çavên Kurdan

 

Rodî Yezidî

 

Serkeftin, azadî û Serxwebûn ji Miletê Kurd re bivênevê ye..

Kes mafên merivan nade, Lê meriv mafên xwe, bi zorê jî be, distîne.

Çawa argûn bê ar, daristan jî bê dar nabe, mirov û milet jî bê cih û war nabin. Her derdek dermanê wî heye. Dar li ser koka xwe şîn tê, reh û rîçalê xwe di axa xwe de vedide, bi ax û ava ku li ser bilind dibe ber digire. Helbestvanek heke hestên helbestristinê pê re tunebin, nabe helbestvan. Miletek li ser ax û ava xwe, bi hestên xwe yên ku milet pê ava dibin, reng venede, tu caran nikare bigihê rêza miletên dunyayê. Bi ser de hertim bindest û perîşan e. Heke meriv li hêjayiyên xwe bixwedî nebe, wan neparêze, bi ser de şûna derban li xwe çêbike û ji bo yên ku çûn bibêje “de ev jî ne xem e”, divê meriv bizanibe ku yê wenda dibe meriv bi xwe ye.

Îro Kurdistan dikele. Li alîyekî Kurdistanê bidestketinên, kurdan bûye kelema çavê neyaran, dagirkerên Kurdistanê aciz dike. Li hin alîyên din Pirsa Kurd û Kurdistanê di rojeva siyasî de bi cih dibe, lê bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê rewşa me, ne bi dilê me ye û em jî destûpê lihevgeriyayî li rewşa xwe temaşe dikin, hêjayên xwe, hêjayiyên xwe wenda dikin. Roj bi roj ji reh û rîçalên xwe qut dibin. Bi tenê li pey hêjayên wek Şêx Mahşûq hêsiran dibarînin. Ger rewşa me weha here, weha diyarê emê hê jî li pey gelek hêjayiyên xwe bi tenê gazina ji hevudu bikin û bibin pêkenînên neyaran, kêfa dujmin li xwe bînin.

Dildarê welat Şêx Mahşûq ji me hat veqetandin, lê her dem di dilê me

de dijî. Ger em di ber armancên me yên pîroz de têbikoşin, bipêşkevin, bêne rêza miletê dunyayê, Ew û hemî şehîdên rêya azadiya milet û welat her bi me re ne û her dem zindî dimînin. Navên wan di rûpelên diroka mirovayetiyê de bi tîpên zêrin têne nivîsandin. Lê belê heke em ne xemxûrê milet û welatê xwe bin, ala tekoşîna şehîdên xwe ji bilind nekin, gerdenazad û serfîraz nebin, em tu caran serbilind nabin û ruhên şêhîdên xwe jî di gorrên wan de tengav dikin.

Şêxê hêja bi mêranîya xwe, bi rastgotinî û baweriya xwe, dewleta go kesi bawernedikir ku ji cih bileqe, xiste nav astengîyê, ben li qirrikê ani hev. Di gel hemî gef û fort û tirstêfirranidinên dagirkeran ji ya xwe nehate xwarê. Rastîya xwe û ya miletê xwe li hemî cihanê da belavkirin. Li pey gotina xwe, piyê xwe da erdê, li nasnameya xwe ya gel û olî bixwedî bû, ji rastiya xwe nehate xwar. Ka em çima guhdariya wî dengê pîroz nakin û li rastîya xwe bixwedî nabin. Em çima di rêya rastiya welat û miletê xwe de dengê xwe bihevnaxin, rengê xwe xuya nakin. Gotinên wî wek ava jiyanê di damarên laşê welatperweran de diherrikin. Her ku em li ser gotineke Şehîdê Gorbuhişt radiwestin, em kûraya gotinê bêtir dibînin û naçariya me li ber çavê me dibe rewrewk. Em ji nuh ve li xwe hay dibin ku em li gora wan daxwazên pîroz ji hilgirtina barên xwe dûrketî ne. Axaftina Wî ya di bîranina Şehîd Ferhad de ku got “ bi vê razan û bêdengîya xwe em hemî hevparên kuştina te ne. Bila gel li min bibuhure; eger Ferîşteyê Mirinê ji min re bigota-Tu dixwazî ez kê bikim qurbana Ferhad? Min dê bigota- Ji ber bêdeng in, bila nêvîyê miletê wî bi qurbana wî be. Kesî zindî go deng li pirsên te vegerîne tune, kes xwe ji cîyê xwe nalivîne. Ez ne ji bo merivekî bibîrbînim li vir im. Xwîna wî ya go dara azadiyê av dide xebata wî ya go serbixwebûn û azadiyê misoger dike, mêranîya go rêberîya we bike ku ez hêvî dikim jîyaneke nuh bide we ez li vir im-”, Gotinên Gorrbuhişt hê di guhên me de olam dide. Divê em ji bîr nekin ku em nuha bi bêdengîya xwe hevparê (şirîkê) kuştina Şêx Mahşûq in.

Rast e. Canê şehîdê gorrbuhişt ji nav me barkir. Heke em bi tenê bi barandina rondikan li pey şehîdê xwe bi tepa li xwe xin, mana wê ew e ku hê rêya me dûr û barê me jî grantir e. Ger em li daxwaz û armancên şêhîdên xwe yên wek gorrbuhişt Şêx Mahşûq û hemî şehîdên rêya azadîyê temaşe bikin û di rêya keser û daxwazên hemî şehîdên xwe de barê dikeve ser milên xwe, em hilgirin, hingî em dikarin bibêjin ruhê şehîdên me di goristanan de bi me re şad dibin.

Ev axa pîroz go lehengekî wek Şêx Mahşûq afirand, dikare bi hezaran leheng û qehremanên din jî biafirîne. Bi tenê hevgirtin, dengê xwe bi hevre bilindkirin, xebat û tekoşîna bi rêberiya bawerîyên van lehengan em dikarin gerdenazad bibin, di nav miletê dunyayê de serbilind û serfiraz bijîn, piştgir û alîgirên avakirina aştî azadî û demokrasîya ji bo mirovayetiyê bin.

Mahşûqê Welat bi mêrxasî û baweriya xwe di dilê me de her sax e. Bîr û baweriyên wî rêberiya me dike. Giyanê wî yê pak li hêvîya xebat û tekoşîna di rêya zadiya welat û milet de ye.

 

 Amsterdam

 

22/02/2008 at 1:25 مساءً أضف تعليق

zimanê kurdî

bi zimanê xw buxuîne

bi zimanê xw binîvîsîne

fêrî zimane xw bib

û jivan gotinê pir ……. em hatin go em bi zimanê xw binivîsînin, ji mere gotin go zimanê kurdî 8 tîpê deng têde hene go kesek ew tîp nasbike kare bi kurdî binivîsîne.

lê mixabin zimane kurdî wek partiyê menî kurdî ê sûrî lê hatiye, bûye gelk perçe ji gelk aliya bi taybetî ji aliyê nivîsandina gotina(ez vêde ser zaravaye kurmancî diaxivim)

jiber wilo min biryar girt go ez li gor zanebûna xw deynim , û kesê go van nivîsa buxuîne bera min biborîne heya go ferhengek kurdî fermî yekane di nav kurdade çêbibe yanî wek oksford ya ingilîzî

biloga Serê kaniyê

29/11/2007 at 9:38 صباحًا أضف تعليق

kurd û blog

blog navê go mero li malperekê dike lê ev malper cudawiya wê heye ji gelek aliya
1- ev Bilog bê pereye , yanî her kes kare Biloga xw çêke û hink malperê xuyanî vê servîzê pêşkêşdikin wek
A- malpera http://wordpress.com
B- malpera http://www.blogger.com/start?hl=en
C- malpera Seo Blog
D- malpera Blogsome
2- avakirina van biloga gelkî hesanîe
3- ji aliye nivîsandine cîkî azadiye fire heye ji hemû malperên ser enternêtê (wek mînak min di biloga serekaniye gelk tişt nivîsand heger min ew nivîs bişandan cîkî din ticarî ne di hatin weşandin wek nivîsa ser seroke iraqe celal telebanî)
4- ji aliye nivîsa a girêdayî giramere serê sedî 90 ji van biloga bi zimanê rojanê tê danîn
 hêjaye gotine go ereba gotina blog ya ingilîzî wergirandin zimane xw û navê wê kirine mudewena
û merojî wek kurd kare navekî kurdî lêke ez van nava pêşniyardikim (nivîsanok) (rojanok)(danînok).
her keskî ev nivîs xwend karê nerînê xw ji mire bişîne ser ve îmêle serekaniye@gmail.com
(ev nivîsa minî ya yekemîne go ez bi zimanê dayikê datînim heger hin şaşîtî hebin min biborînin)
biloga serekaniye

22/11/2007 at 8:40 مساءً أضف تعليق

Mihemed Hesarî, Kurdê Navdar Bavê Ehmed Jiyana Xwe Ji Dest Da

27.08.2007
Siyasetmedarê Kurd Mihemed Hesarî ku weke bavê Ehmed tê naskirin, li Başûr-rojavayê Kurdistanê bajarê Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da.
Mihemed Hesarî ango bavê Ehmed, li Başûrê-rojavayê Kurdistanê bi xebata xwe ya welatparêziyê dihate naskirin.
Bavê Ehmed, di nava 50 salî de ji gelek tevgerên Kurd re xizmet kiriye û herî dawî di sala 1979’an de yekemîn Kurdê ji Başûr-rojavayê Kurdistanê ye ku mala xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re vekir.
Hesarê, ji roja naskirina wî ya bi Ocalan re di salên 80’yî de mala xwe weke baregehek ji bo kadroyên PKK’ê bi kar anî.
Bavê Ehmed, roja 23.08.2007 li Serê Kaniyê çû rehmetê.
Mihemed Hesarî, di sala 1930 de ji dayîk bû û roja 23’ê Tebaxê li bajarê Serêkaniyê koça dawî kir.
ROJ TV Navenda Nuça
http://www.roj.tv/index/

28/08/2007 at 7:43 صباحًا أضف تعليق

Welatparêzê Kurd Apê Mihemed(Bavê Ehmed) çû ser dilovaniya xwe

mihemede-hesari.jpg

  ev nuce  ji malpera avstakurd hat vegirtin

Avesta-Şamê: Welatparêzê Kurd Apê Mihemed ku weke bavê Ehmed tê naskirin û li bajarê Şamê cîwar bû, 50 salên xwe dabû xebata welatparêziya kurdî, çû ser dilovaniya xwe.

Bavê Ehmed bêyî ku ferqê bixe nava tu partî û rêkxistinan, xizmeteke mezin ji tevgera kurdî re kir, mala wî weke mala hemû partiyên Kurd bû, kesekî ku ew nas nekiriba tune bû.

Mala Bavê Ehmed yekemîne male ku Serokê PKK Abdullah Ocalan demeke dirêj lê mabû..

Bavê Ehmed roja 23.08.2007 li Serê Kaniyê çû rehmetê.

Mihemedê Sofî Xelîl (Hesarî) di sala 1930 ji dayîk bûbû.

Bila serê dostê me Ehmed û malbata wî sax be!

Serxweşiya Bavê Ehmed roja 02 .09.2007 saat 15.00 li Almanya li vê navnîşana jêrîn çêdibe:

Mesopotanisches kulturzentrum

Merian str 26, 79104 Freiburg im Breisgau

Almanya: Tel.: Ahmed Osman   00491635672332

Mal:  00497667833476

  Serê Kaniyê:   Xelil Osman: 00905425396796

www.avestakurd.net

24/08/2007 at 11:05 مساءً أضف تعليق


اتصل بنا

serekaniye@gmail.com
Image hosted by servimg.com

التصنيفات

الطقس في قامشلو

Feeds

أدخل عنوان بريدك الإلكتروني للإشتراك في هذه المدونة وتلقي الإخطارات عن المواضيع الجديدة لهذه المدونة عن طريق البريد الإلكتروني.

انضم مع 848 مشترك